Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê sûc û komkujiyên derhepê Elewiyên berava sûriyê de şermezar kir.
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di vê qonaxa hestiyar ya ku sûriyê têre derbas dibe, li berava sûriyê sûcên giran ku wîjdana mirovatiyê qebûl nake, tên kirin.
Her wiha got ew weke gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê sûc û komkujiyên derheqê elewiyên sivîl de bi tundî şermezar dikin, her wiha piştrast dikin ku ew amade ne bi her reng û awayî alîkariyê bigihînin gelê li berava sûriyê.
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya gelê Sûriyê kir ku desteka darayî û manewî bidin şêniyên li beravê.
