Li Kobanê ji bo herdu kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn merasîmeke xiyabî li Goristana Şehîd Dîcle hate li dar xistin.
Pêşengên PKK’ê Alî Haydar Kaytan di 3’ê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bibûn, her wiha şehadeta wan di encamnameya kongreya PKK’ê de hat raghandin.
Di merasîmê de bi sedan xelkên bajarê Kobanê, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di merasîmê di piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso axivî.
Xerîb Hiso diyar kir ku Şehîd Alî Haydar û Riza Altûn bi Rêber Apo re ji bo demokrasî, wekhevî, edalet û mafên gelan têkoşîneke bêhempa da meşandin.
Merasîma xiyabî bi serdana konê sersaxiyê ya ku li Qada Şehîd Egîd hatibû vedan, bi dawî bû.
