KOÇBERÊN EFRÎNÊ ZAROKÊ KU DI TOPBARANA DUH DE ŞEHÎD BIBÛ, OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînê zarokê bi navê Eseed Mihêmîd ê ku di topbarana duh a dewleta Tirk a li ser gundê Tinib ê Şerayê de şehîd bibû, oxir kirin.

Koçberan li pêşiya Naxweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê merasîmeke girseyî li dar xistin.

Di merasîmê de çend axaftin hatin kirin û êrîşên Tirkiyê yên li ser zarok û sivîlan hatin şermezarkirin.

Paşê cenazya şehîd li gundê tinib ê navçeya şera ya efrînê hate veşartin

Share This Article