Înîsiyatîfa Azadiya Rêber APO a Sûriyê û Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê ya ji bo Azadiya Rêber APO ji bo mitîngên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ku dê roja 15’ê Sibatê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
Daxuyaniya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber APo a Sûriyê û Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê ya ji bo Azadiya Rêber APO li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Rêber Abdullah Ocalan bi fikir, felsefe û nêrîna xwe ya kûr, ne tenê ji bo doza Kurd, ji bo hemû doz û pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn kilîta çareseriyê ye.
Insiyatîfê got, Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertiyê her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî, wê roja 15’ê sibat li qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê mitîng werin lidarxistin.
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber APo a Sûriyê û Înîsiyatîfa Gel a Cizîrê ya ji bo Azadiya Rêber APO bang li hemû pêkhate û komên cuda yên civakê kir ku derkevin qadan û bi xurtî beşdarî mitîngan bibin.
