Meclisa Malbetên Şehîdan ji bo şervana HPG’ê Sarya Qamişlo merasîma xiyabî, li bajarê Qamişlo li darxistin.
Merasîm bi beşdarbûna bi sedan ji Saziyên rêveberiya xweser; saziyên sivîl, Meclîsa leşkerî, Meclîsa Malbetên Şehîdan û Partiyên siyasî hat li dar xistin.
Di merasîmê de Li ser navê Meclisa Malbetên Şehîdan, YPJ’ê, Kongra Star û Partiy Yekîtiya Demokratîk axaftin hatin kirin, axêveran sersaxî ji malbeta şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya rêka wan dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbeta wê hate kirin.
