Bi karê Peykersaziyê debara jiyana xwe dike.
Ibrahîm Mîrzo yê ji bajarê Dirbêsiyê ev 11 salin fêrî karê peykersaziyê bûye û ji wê, xwe û malbata xwe xwedî dike.
Biryarê wî mamostê wî bû û ew fêrî Peykersazî û deqandina ser kavilan kir. Zêdeyî sal û nîvekê li Başûrê Kurdistanê ev kar meşand.
Hunermend û Peykervan Ibrahîm Mîrzo ji Rojava Tv re behsa karê xwe yê peykersaziyê dike.
Li hêlek din Ibrahîm behsa demên fêrbûna xwe dike û dibêje ew ji eşqekê fêrî vî karî bûye.
Îbrahîm Mîrzo behsa zehmetiyên pêre derbas bûne kir û got, tevî hemû zehmetiyan lê her dem ez hewil didim xwe li pêşxim û bibim kesekî navdar.
Mîna Îbrahîm mîrzo bi dehan şêwekar û peykersazên kurd hene ku ji karê şêwekariyê hez dikin û di vî warî de xwe li pêşdixin.
Lê ew her dem daxwazekê dikin ku piştigiriya wan bê kirin û karê wan li cîhanê dengvede.
