Hunermendên Kurd Şehrîbana Kurdî, Jala Rojhilat, Dilo Doxan û Şerîf Omerî serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin.
Hunermendên Kurd ji aliyê meclisa malbatên şehîdan ve hatin pêşwazîkirin û li nava goristanê geriyan.
Di serdanê de bax û kulîlk li ser gorên şehîdan hatin danîn û hunermendan dilsoziya xwe ya bi şehîdan re piştrast kirin.
Her wiha stranên ku behsa lehengî û fedekariya şehîdan jî dikin, li ber giyanên wan ên zindî hatin gotin.
Di oxira doza pak û pîroz ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de 13 hezar zarokên welatê agir û rojê canê xwe bexş kirin.
