KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞAHBAYÊ DAXWAZA XWE YA VEGERA EWLE BO MALÊN XWE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Koçberên Efrîn û Şahbayê yên ku li herêma Firatê dimînin, bi boneya salvegera yekem a koçberiya wan ji herêma Şahbayê, daxuyaniyek dan û daxwaza xwe ya vegera ewle bo malên xwe dubare kirin.

Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê hat dayin û tê de hejmarek ji Koçberên Efrîn û Şahbayê, endamên saziyan û çalakvan amade bûn.

Koçberan di daxuyaniyê de tekez kirin ku kiryarên desteserkirina milk û revandina berdewam, armanc jê ew e ku welatiyên resen li ser axaxwe nemînin û kesên ku li derveyî Efrîn û Şahbayê dimînin venegerin.

Daxuyaniyê li ser çend xalan tekez kir, di nav wan de: Vegera ewle û bi rûmet a xelkê Efrîn û Şahbayê bo malên wan û Pênasekirina dewleta Tirk wekî hêzek dagirker li gorî qanûnên navneteweyî.

Share This Article