Nivîsgeha Ciwanên PYD’ê ya Helebê, ragihand ku ew li taxa Eşrefiyê, lîstikgeheke nû ya bi navê “Lîstikgeha Berxwedanê” ava dike.
Nivîsgeha Ciwanên PYD’ê destnîşan kir ku tevî kêmbûna derfetan jî, lê ew bi biryar in ku vê gavê bi ser bixin.
Bi mebesta bilindkirina asta werzîşê û peydakirina cihên zêdetir ji ciwanan re ku werzişê bikin, li Helebê gavên berbiçav têne avêtin û çalakiyên pêşxitina proseya werzîşê bi pêş ve diçin.
Di van demên dawiyê de jî Nivîsgeha Ciwanên PYD’ê, dest bi amadekariyên çêkirina lîstikgeheke fotbolê, bi dirêjahiya 90 metreyan û pehnahiya 45 metreyan li taxa Eşrefiyê kirine.
Der barê amadekarî û xebatên dawî yên ji bo temîrkirina lîstikgehê de, Rêveberê Ciwanên PYD’ê ya bajarê Helebê “Xelîl Mihemed” ji Rojava TV re axivî û ev agahî parve kirin.
Xelîl Mihemed diyar kir ku armanca wan ya serke ew e hemû Ciwanên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin sîwaneke werzîşî ya durist de kom bibin û ji şopên şerê taybet xwe biparêzin.
Rêveberê Ciwanên PYD’ê destnîşan kir ku navê lîstikgehê wê bibe lîstikgeha ”Berxwedan”. Ev nav jî ji berxwedana mezin a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye girtin.
