Festîvala Şehîd Berçem Efrîn di roja 4’an û ya dawî de bi pêşkêşkirina berhemên hunerî yên dewlemend li bajarê Kobanê dewam dike.
Di saetên sibehê ya roja 4’an a festîvalê de girseya şêniyan berê xwe dan navenda çand û hunera baqî xido û beşdarî festîvalê bûn.
di festîvalê de helbestvan xalîse Hisên helbestên xwe pêşkêş kir û panelek bi navê “Çand û huner û wêjeya jinan û rola Rêber Abdullah Ocalan” hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Mizgîn Çolaq, Şêrîn Reşîd û Botan Hoşê ve hat birêvebirin.
Festîval dê îşev li qada şehîd Egîd bi bernameyên mûzik, govend û stranan her wiha xelatkirina komên ku beşdarî festîvalê bûne bi dawî bibe.
FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM DI ROJA 4’AN DE DEWAM DIKE
