HÊZÊN ŞAMÊ Û ÇETEYÊN TIRKIYÊ NAHÊLIN KELÛPEL BIKEVIN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Rojava Tv
2 Min Read

Hevserokê Meclîsa Şehîd Gelhat a taxa Şêxmeqsûda Şerqî ya Helebê “Mistefa Mihemed” derxistina nakokiyan ji aliyê Hêzên desthilata Şamê û çeteyên Tirkiyê ve şermezar kir û bang li Hikûmeta Veguhêz kir ku rêzê ji peymana 1’ê Nîsanê re bigre.

Mistefa Mihemed got, kiryarên şamê dike ku herêm ber bi şerekî giran ve here.

Di 1ê Nîsana 2025’an de, di navbera Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê de peymanek ji 14 bendan hat îmzekirin, di nav wan de parastina niştecihan, pêşîgirtina li diyardeyên çekdarî û pêkanîna ewlehiya civakî bû.

Lê tiştê ku vê dawiyê pêk hatiye, bi tevahî berevajî yê ku li ser hatiye lihevkirin e. Hêzên desthilata Şamê û çeteyên girêdayî Tirkiyê, tevgerên xwe li derdora herdu taxan zêde kirin û rê li ber ketina pêdiviyên jiyanî girtin.

Hevserokê Meclîsa Şehîd Gelhat a taxa Şêxmeqsûda Şerqî ya Helebê “Mistefa Mihemed” ji Rojava TV re behsa rewşa ewlehiyê û dorpêça ku li ser herdu taxan tê ferizkirin, kir.

Mistefa Mihemed tekez kir ku Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pabendî parastina peymana îmzekirî ye û divê aliyê din jî rêz li vê bigire.

Beriya demekê, Hêzên Sûriya Demokratîk bang li hikûmeta Şamê kir ku hêzên xwe kontrol bike û aştiya sivîl biparêze.

Hêzên Sûriya Demokratîk hişyarî da ku berdewamiya derxistina nakokiyan, neçar dike ku hêzên wan tedbîrên pêwîst bigirin û bi awayekî guncaw bersivê bidin.

Share This Article