LI KOBANÊ ŞEHÎDÊN 14’Ê TÎRMEHÊ HATIN BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Firatê bi merasîmekê şehîdên 14’ê tîrmehê bibîr anîn û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin .

Merasîm bi beşdariya Endam û rêveberên rêveberiya xweser, saziyên sivîl, malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de piştî deqeyeke rêzgrtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Kantona Firatê Mihemed Bozî axivî.

Mihemed Bozî behsa berxwedan û fedekariyên şehîdan kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiyê da malbatên şehîdan mûm li ser goran hatin vêxistin.

Share This Article