Heyva Sor a Kurd bi dirûşma” Em Bi hev re nexweşên penceşêr û talasîmyayê rizgar bikin” dest bi hemleya komkirina alîkariyan kir.
Heyva Sor li taxên bajarê Qamişlo sindoqên alîkariyê datîne û alîkariyê ji gel kom dike.
Li gorî Heyva Sor a Kurd armanca wan ji hemleyê ew e bi nexweşên talasîmya û penceşêrê re bibin alîkar û barê wan siviktir bikin.
Endama Komîteya Alîkariyan a nexweşên penceşêr û talasîmyayê Sozdar Mehmûd ji kamîreya Rojava Tv behsa makanîzmeya heleyê kir.
