Li bajarê Kobanê Nexweşxaneya Aykur a jinan û zayînê ku bi taybet girêdayî nexweşên jine, ji bo xizmeta jinan 24 saetan dixebite
Nexweşxaneya Aykur a jinan û zayînê li bajarê Kobanê, di sala 2016’an de hate vekirin.
Ji wê demê ve kar û xebata xwe berdewame û nexweşxane bi gelek beşên xwe di xizmeta jinan da ye.
Her wiha ev nexweşxane ji bo sivikkirina barê wan, binirxê kêm nexweşan pêşwazî dike.
Kesên ku di nexweşxaneyê de kar dikin diyar kirin ku di demê dawîn de gelek beş di nav de ya emliyata li nexweşxaneyê hatin zêdekirin.
Her wiha gotin, ew 24 seatan ji bo xizmeta jinan li wir in û di nava amadekariyê de ne.
