Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê, nameyek ji bo rêxistinên mirovî şandin.
Bi dehan endamên sazî û rêxistan li çarxareya Dêra Aşûriyan ya Hesekê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, li dijî pîvan û zagonên navnetewî ne.
Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo têkbirina aramiya li herêmê û binketina projeya Rêveberiya Xweser, êrîşên xwe li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike.
Di dawiyê de, Rêxistinên Civaka Sivîl diyar kirin ku dê ev name radestî rêxistinên mafên mirovan û dewletên navnetewî bikin.
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL NAMEYEK JI RÊXISTINÊN MIROVÎ RE ŞANDIN
