Kesên ku duh ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Dêrazorê ve hatin rêkirin, ji aliyê Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê ve hatin pêşwazîkirin. Rêveberiya Xweser a Dêrazorê çadir ji bo kesên ku ji kampa Holê hatin derxistin, vedan û alîkariyên destpêkî pêşkêşî wan kir.
Her wiha navên wan tomar kirin û ew ji bo malên wan vegerandin.
Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê ji bo şopandina rewşa wan malbatan û jinûve tevlêkirina wan ya ji bo nava civakê, ekîbek ava kiriye.
Duh bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser û koordîneya Navenda Lêkolîn û Diyalogê ya Sûriyeyî, 346 kes ku ji (82 malbatan) pêk tê, ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Dêrazorê ve hatin rêkirin.
RÊVEBERIYA XWESER A DÊRAZORÊ PÊDIVIYÊN VEGERIYAYIYÊN JI KAMPA HOLÊ DABÎN DIKE
