Koçberên Efrînî yên ku bi darê zorê ji malên xwe hatine koçberkirin gotin, dem hatiye ku her koçberek vegere li ser xaka xwe.
Her wiha hêvî kirin, ku vegera wan bi ewle û aramî be.
Ji 7 salan ve, warê Zeytûnê çiyayê Kurmênc ji aliyê çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin.
Efrînî bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser, lê hêviya vegerê her di dilê wan de zindî ye.
Erîfa Bekir ku yek ji koçberên Efrînê ye ji Rojava Tv re anî ziman ku dema vegera wan li ser xaka wan nêzîk bûye.
Reşîd Ehmed ku ew jî yek ji Koçberên Efrînê ye diyar kir, xala ku di peymana di navbera General Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de ku dê koçber vegerin malên xwe, kêfxweşî vegerandiye dilê wan.
Di 10’ê Adarê de, peymanek di navbera General Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de hat imze kirin.
Yek ji xalên wê peymê jî, vegeran koçberan li cih û warên wan bû.
Koçberên Efrînê jî hêviya wan tenê, vegerek bi ewle ser xak û malên wan e.
