Yekîtiya jinên ciwan a bajarê Reqayê îro bi armanca bîranîna Şehîd Ronahî Yetta, pirtûkxaneyek bi navê Şehîd Ronahî vekir.
pirtûkxane di baxçeyê şehîd Hevrîn Xelef de bi amadebûna endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî hat vekirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêva Bekir axivî û got, ew pirxûkxaneyê diyarî giyanê şehîd Ronahî Yekta dikin, her wiha tekez kir ku ew bi rêya vê pirtûkxaneyê dixwazin çanda xwendinê di nava ciwanan de belav bikin.
Di dawiya çalakiya vekirinê de koma stranan a Hîlala Zêrîn a bajarê Reqayê stran gotin.
JINÊN CIWAN ÊN REQAYÊ PIRTÛKXANEYEK BI NAVÊ ŞEHÎD RONAHÎ VEKIRIN
