HEVGIRTINA JINAN A DEMOKRATÎK A HERÊMÎ BANGA PARASTINA DESTKEFTIYÊN JINAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Hevgirtina Jinan a Demokratîk a herêmî li kantona Reqayê bi boneya 8’ê adarê daxuyaniyek da û tê de banga parastina destkeftiyên jinên bakur û rojhilatê sûriyê kir.
Daxuyanî li parka Şehîd Kerem Şehab a li bajêr hat xwendin û têde hat gotin, li seranserî cîhanê jin li hember zilmkar û dagirkeran bi xwe birînên xwe derman dikin û ji bo jiyaneke azad ku tê de nasnameya jin were parastina li ber xwedidin.
Hevgirtina Jinan a Demokratîk a herêmî li kantona Reqayê di dawiyê de bal kişandin ser pêwîstiya parastina ezmûna şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin, divê destkeftiyên jinên herêmê ji êrîşên dewleta tirk a dagirker werin parastin.

Share This Article