Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li bajarê Kobanê bi gel re dicive û broşorên xwe belav dike.
Welatiyên Kobanê tekez kirin ku roja 11’ê Hezîranê ew ê bi coşeke mezin biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Hevbendiya Gelan û Jinan li bajarê Kobanê propagandaya xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan didomîne.
Endam û alîgirên hevbendiya ku ji 22 partî û rêxistinan pêk tê, bi rêya komînan li kolanên bajarê Kobanê digerin û broşorên xwe li welatiyan belav dikin.
Hevbendî ji gel re behsa bernameya xwe, giringiya hilbijartinan û projeyên xwe dike.
Welatiyên Kobanê tekez kirin ku roja 11’ê Hezîranê ew ê bi coşeke mezin biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11’ê Hezîranê du tifaqên sereke yên bi navên Gelan û Jinan ji bo azadiyê û Bi hev re ji co çêtirîn raje hene. Her wiha hejmarek partî û kesayetên serbixwe jî beşdarî hilbijartinan dibin.
