Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê civîna xwe a yekem ya ji bo avakirina Meclisa Jîngehê ya kantonê li dar xist.
Hevserokê desteya Jîngehê ya rêverberiya xweser Ibrahîm Esed da zanîn ku ji ber êrîşên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê, xebatên avakirina meclisan dereng man.
Di çarçoveya cîbicîkirina xalên Hevpeymana Civakî de, Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya yekem ji bo avakirina Meclisa Jîngehê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Hevserokatiyên Desteya Jîngehê, Meclisa Gelan a Cizîrê û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.
Di civînê de li gorî rêgezên paradîgmaya Neteweya Demokratîk nîqaş li ser çawaniya avakirina meclisa Jîngehê hate kirin.
Hevserokê desteya Jîngehê ya rêverberiya xweser Ibrahîm Esed diyar kir ku, ji bo pêkanîna hevpeymana civakî û avakirina meclisan hemû desteyên rêveberiya xweser di nava tevgerê de ne.
Her wiha Ibrahîm Esed da zanîn ku ji ber êrîşên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê, xebatên avakirina meclisan dereng man.
Tevî dorpêça hikumeta şamê û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê, lê ji bo parastina herêmê û belavkirina aştî û aramiyê rêveberiya xweser her tim di nav tevgerê de ye.
