HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ DE BÛNE NAVENDÊN KAOS Û SÛCAN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Efrîn-Şehbayê Hesen Welo têkilarî sûcên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê got, Efrîn bûye navenda tevlîhevî û perwerdekirina çeteyan.
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi armanca talankirina herêmê û qirkirina gel, serî li hemû sûcên dermirovî didin.

Çeteyên Tirk rojane li Efrîna dagirkirî welatiyan direvînin, wan êşkence dikin û li ser destserkirina mal û milkên xelkê şer dikin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Efrîn-Şehbayê Hesen Welo têkilarî sûcên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê got, Efrîn bûye navenda tevlîhevî û perwerdekirina çeteyan.
Her wiha Hesen Welo anî ziman ku dewleta tirk li gel sûcên xwe, ji bo berferehkirina dagirkeriya xwe rojane êrîş dike.
Di 18’ê adara 2018’an de dewleta tirk a dagirker bi rêya komên xwe yên çete Efrîn ku ji 366’an gund pêk tê dagir kir û bi hezaran xelkên Efrînê yên resen bi darê zorê da koçberkirin.

Efrîn ku bibû hemêzgehek ji tevahî xelkên Sûriyê re, îro bûye navendek ji dagirkeriyê re ku kiryarên xwe pêk bîne.

Share This Article