Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi çalakiyekê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û soza domandina berxwedanê dan.
Ji bo şermezarkirin komkujiya Parîsê ya duyemîn bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li qada Dibistana Ajotinê ya navçeya Fafînê kom bûn û çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin, piştre Endama rêveber a yekitiyê Cûdî Mihemed komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û got ku ev êrîş berdewamiya plana qirkirina gelê Kurd û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê ye, planên dagirkeriyê dê bi îradeya jina azad û gelê azad têk biçin.
Çalakî bi stranan ji aliyê Koma Yekîtiya Jinên Ciwan ve û pêxistina mûman bi dawî bû.
