Girêdayî astengî, qeyran û nebûna çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re.
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk yên kantona Reqayê gotin:” Yekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê rûniştina li ser maseya diyaloga Sûrî- Sûrî ye.
Nakokîyên siyasî li meydana Sûriyê di navbera aliyên Sûrî de dewam dikin, temenê aloziyê 13 sal derbas kirine û heta niha ti çareserî jê re nehatine dîtin.
Hewldan û destwerdanên hêzên derve yên ji bo xizmeta berjewendiyên xwe nahêlin ku tu alî ji bo diyalogê li hev bicivin.
Girêdayî astengî, qeyran û nebûna çareseriyeke siyasî ji vê aloziyê re endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk yên kantona Reqayê gotin:” Yekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê rûniştina li ser maseya diyaloga Sûrî- Sûrî ye.
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Reqayê Mihemed El-Nasir got, hêzên derve bi riya siyasetên xwe nahêlin çareserî pêk were.
Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk li Reqayê, Besam El-Hemad da xuyakirin ku dewletên hegomon bi her awayî hewil didin atmosfêra şer li Sûriyê ava bikin.
Hewldanên Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi her awayî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û diyaloga Sûrî – Sûrî dewam dikin.
Beriya niha MSD’ê ragihand ku dê di demeke nêz de kongreya hêz û Kesayetên demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li dar bixe û amadekarîyên ji bo wê dewam dikin.
