Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevyazbariya sala xwandinê 2024-2025’an ragihand.
Di vê derbarê de Rojava TV bi berpirsê hevyazbariyê re hevpeyvînek kir û ev rapor amade kir
Piştî ku encamên sala 2023-2024’an a xwandina amadehî hatin eşkerekirin, Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên wergirtina serlêdanên xwendekaran û qeydkirina serlêdanên wan bi rêya hevyazbariya dike.
Li gorî Hemahengiyê tomarkirina li ser hevyazbariyê dê 24ê vê mehê dest pê bike û di 31ê mehê bi dawî bibe. Her weha ji bo vê proseyê navendên sereke li Qamişlo, Rimêlan, Kobanê, Reqa, Şehba, hatine destnîşankirin.
Ji bo agahiyên berfireh kamîreya ROJAVA TV hevdîtinek li gel mamoste Mihemed Şêxmûs berpirsê hevyazbariyê kir û hin hûrguliyên zêde bi dest xistin.
MIHEMED ŞÊXMÛS – BERPIRSÊ HEVYAZBARIYÊ
Derbarê çavkaniya bawernameyên ku ji bo tomarkirinê têne qebûlkirin an jî salên ku bawername tê de hatine derxistin, Şêxmûs hin hûrguliyên girîng destnîşan kir.
MIHEMED ŞÊXMÛS: ZANÎNGEHA ROJAVA TENÊ BAWERNAMEYÊN RÊVEBERIYA XWESER QEBÛL DIKE
Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îsal şaxeke nû li Zanîngeha Rojava zêde kir, ew jî Peymangeha Bilind a Hunerê ye, ku di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê vekirin.
Tê çaverêkirin ku ev şax jî weke yên berê beşdariyeke mezin bigre.
