LI KOBANÊ KAMPANIYA KOMKIRINA ALÎKARIYAN JI BO GELÊ SIWÊDAYÊ DESTPÊKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca piştgiriya xelkên siwêdayê, Li bajarê kobanê kampaniya ”Bukra Ehla” ya komkirina alîkariyan ji mexdûrên şerê siwêdayê re destpêkir.
Kampaniya komkirina alîkariyan ji bo nîşandana pabendiya bi rêgezên mirovahî û netewî yê civaka sûrî bi beşdariya hejmareke rewşenbîr, hunermend, rojnamevan, parêzer û xelkên kobanê detpêkir.
Ji ber baweriya gelê sûrî bi yekîtî û têkoşîna hevpar ji bo avakirina sûriyeke demokrat ku nûnertiya pêkhateyên sûriyê bike pêk hatiye.
Li parêzgeha siwêdayê şer û êrîşên dijwar ji 13’ê mehê ve li ser gelê surzî dewam dike û serokatiya rûhanî ya durziyan jî ragihand ku ewê tevahî alîkariyan pêşwazî bikin.

Share This Article