GUVAŞTGEHÊN ZEYTÛNAN ÊN LI ŞEHBAYÊ DEST BI WERGIRTINA ZEYTÛNAN KIRINE

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Şehbayê givaştgehên zeytûnan dest bi wergirtina miqdarên zeytûnan kiriye.

Li gorî karkerên givaştgeha gundê Til Şiîr, ev givaştgeh bi koçberan re dibe alîkar û qezencên sembolî ji koçberean digire.

Li kantona Şehbayê bi hatina mewsima çinîna zeytûnan re, givaştgehên zeytûnan dest bi wergirtina miqdarên zeytûnan kiriye.

Di givaştgehan de piştî ku zeytûn tên paqijkirin, givaştin û zeyt jê tê derxistin, zeytûnên givaştî ji bo çêkirina sabona xar tê bikaranîn.

kamîreya Rojava TV berê xwe da gundê Til Şiîr a Kantona Şehbayê û mekanîzmeya şûştina zeytûnan û givaştina wan şopand.

Li gorî karkerên givaştgehê, givaştgeha gundê Til Şiîr bi koçberan re dibe alîkar û ew zeytê derbasî Helebê û Şamê jî dikin.

Her wiha Karkerê bi navê Ebdo Gilgil jî anî ziman ku, givaştgeh ji bo her 100 teneke zeyt 6 tenekeyan wekî qezenc distîne.

Di wextekê de ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dagirkirî darên zeytûnan dişewtîne û ji kokê ve dibire, Koçberên Efrînî yên li Şehbayê dimînin ji ber girêdana wan a bi darên zeytûnan, di koçberiyê de û tevî rewşa zehmet a jiyanê çanda xwe ya çinîna zeytûnan diparêzin.

Share This Article