SAZÎ Û TEVGERÊN LI HERÊMÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi çend daxuyaniyên cuda, Meclîsa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xelkê Şîranê êrîşên li dijî herêmê şermezarkirin û banga hevgirtinê ta pêkanîna serkeftinê kirin

Şeva 23’ê Cotmehê, Dewleta Tirk a dagirker, careke din rûyê xwe yê reş nîşan da û êrîşeke berfirh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandin.

Li hember van êrîşan helwesta gel, tevger û saziyên Rêveberiya Xweser ji kêliya yekem ve xuya û aşkere bû.

Bi girseyeke mezin gel diherike qad û kolanan û banga rawestandina êrîşan dike.

Li Helebê, Meclîsa Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Daxuyanî li Meydana Şehîdan a taxa Şêxmeqsûda Xerbî hate xwendin û bi dehan endamên jin û ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Ciwanan bi yek dengî êrîş şermezarkirin û banga yekrêziya gel ji bo valaderxistina aramncên dagirkeriyê kirin

Ji aliyê xwe ve, Rêxistinên civaka Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin jî, bi daxuyaniyekê êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî li çarxereya Kevokê ya bajarê Hesekê hate xwendin û endamên saziyên civaka sivîl tê de beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de banga rawestandina demildest a êrîşên li ser sivîlan, binesaziyê û navendên jiyanî hat kirin û tekez kir ku armancgirtina bi mebest ji aliyê Tirkiyê ve tê wateya tawanên şer.

Li bajarê Kobanê jî, şêniyên gundê Şêranê daxuyaniyek ji raya giştî re dan û tê de tekezî li ser pêwîstiya hevgirtinê li hember êrîşan kirin û destnîşan kirin ku ev êrîş îradeya welatiyan naşkîne.

Welatiyan tekez kirin ku divê ev êrîş bên rawestandin, ji ber ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê.

Di daxuyaniyan de tekezî li ser mezinkirina asta tûkoşîn û berxwedaniyê hate kirin.

Share This Article