Girûpa Orkîd ya şêwekariyê, wêneyeke Şehîd Ziyad Heleb û rêhevalên wî, ku di berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûne, li ser dîwareke bajarê Qamîşlo neqiş kirin.
Berpirsê girûpa şêwekariyê diyar kir ku armanca wan ji vê gavê, derxistina berxwedana ku li wir hatiye kirin ji bo cîhanê ye.
Ji bo bîranîna şehîdên berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê “Şehîd Ziyad û rê hevalên wî”, Ji aliyê Girûpa Orkîd ve wêneyeke wan li ser dîwarê bajarê Qamişlo hate neqeşkirin, li kêleka wêneyê dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” hate xêzkirin.
Şehîd ziyad û rêhevalên xwe yên ku wêneyê wan li çar parçeyên Kurdistan û cîhanê belav bûye, bûn weke stûnek û destaneyek ji berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re .
Şêwekar Samir Kalo got ku armanca wan ji xêzkirina wêneyê şehîd Ziyad û hevalên wî, derxistina berxwedana ku li wir hatiye kirine
Welatiyekî ji Qamişlo diyar kir ku xêzkirina wêneyên lehengên weke şehîd ziyad û hevalên wî, hestê berxwedan û moralê li cem gel bilind dike.
Berxwedaniya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi pêşengiya şehîd ziyad û rê hevalên wî hatiye meşandin, muhreke mezin li dîroka berxwedanê da.
Şehîd Ziyad û grûpa xwe, biryara dan û berxwedan heya dawî bi ser xistin.
