16’ê Îlona 2022’an piştî ku hêzên Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi awayekî hovane qetil kirin, pêlên serhildana jin jiyan azadî dest pê kir.
Ji wê rojê û şûn ve dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li cîhanê deng veda û bû jêdera hêz, îrade û têkoşîna hevbeş a li dijî pergala baviksalar.
Ji Fermandara Yekîniyên Parastina Jin, Hêzil Efrîn axivî û got, destkeftiyên herî mezin ên jinên avakirina YPJ’ê bû.
Her Wiha fermandar YPJ’ê Hêzil Efrîn tekez kir ku, heta dawiyê ew ê li ser rêka jinên berxwedêr têkoşînê bimeşînin.
Serhildana ′′Jin, Jiyan, Azadî” xwe îsbat kir ku nexşerêya têkoşîna azad e. Ev dirûşme bingeha xwe ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de digire.
Her wiha beriya niha jî ev dirûşme ji aliyê Jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê ve hat berzkirin û ji tevahî jinên cîhanê re bû îlham.
