5’EMÎN FESTÎVALA MERDOSO LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komeleya Çandê ya Suryan bi sponseriya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê 5`emîn Festîvala Merdoso Li bajarê Qamişloyê li dar xist. Di festîvalê de teqezî bi “pirengiya çandî” li herêmê hat kirin.

Pêkhateya Suryan, partiyên suryan, rêveberên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya kantona Cizîrê di festîvalê de hazir bûn.

di Festîvalê de berpirsê Komeleya Çandê ya Suryan a li Sûriyê Îbrahîm Admo axivî û got: “Em minetdarên şehîdan in. Festîval, nameya me ji her kesî re ye ku nasnameya me ji çewisandin û tunekirinê bi hêztir e.

ji aliyê xwe ve hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Colî di festîvalê de axivî û got: “Ev festîval, kevnar e. Vejîna bîra gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

festîval bi pêşandana berhemên bi zimanê suryanî bi dawî bû.

Share This Article