TEVGERA HEBÛN A CIWANAN ŞAHIYEK JI ASTENGDARAN RE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Tevgera hebûn ya ciwanan li bajarê qamişlo şahiyek ji kesên xwedî pêdiviyên taybet re li dar xist.
Şahî bi beşdariya hejmareke kesên astengdar, gaziyên şer , nûnerên rêvebriya xweser , desteya kar û barên civakî li xwaringeha burc ya li qamişlo hate lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navê rêveberiya xweser, desteya karûbarên civakî û ofîsa astengdaran hatin kirin.
Axêveran behsa rola astengdaran di nava civakê de kirin û piştgiriya derûnî jî dan beşdaran.
Her di şahiyê de û bi riya zûma serperiştê insiyatîfê Aras Merîka û hunermenda navdar Ciwan Haco beşdar bûn û behsa armanca lidarxistina şahiyê kirin û piştgirî dan astengdaran.
Şahî bi bernameyeke hunerî bidawî bû.

Share This Article