GELÊ KURDISTANÊ DI DERBARÊ REWŞA TECRÎDA LI SER RÊBER ABDULLAH OCALAN DE BIFIKARIN

Rojava Tv
2 Min Read

Gelê Kurdistanê di derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bi fikarin

dayîka Naiyfe Eseed yek ji wan kesane ku hevdîtin bi Rêber Ocalan re di salên 90î de pêkanî bû, Nayife got ku Rêber Apo xelaskarê gelê Kurdistanê ji zilim, zor û dagirkeriyê ye lewma ew tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûlnakin.

Ev dayîk dayîka Naiyfe Eseed em temenê wê 60 sal e. dayîka Nayife bi mebesta agahîyekê li ser Rêber Ocalan nas bike rojane kêlî bi kêlî li hemû nûçeyên televizyonên Kurdistanî bi taybet û li yên cîhanî bi giştî temaşe dike.

Nayife Eseed anî ziman ku ew di salên 90î de hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêkanî bû û got ku dîtina wê ji Rêber Apo re hêvîyeke mezin da wê.

Her wiha Nayife teqez kir ku armanca Hikumeta faşîst a AKP-MHPê ji tecrîdkirina Rêber Ocalan ew e Rêber Ocalan di mejîyê gel de bide jibîrkirin. her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî vê tecrîdê bê deng nemînin.

Nayife Eseed di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên parastina mafên mirovan û komîteya li dijî êşkenceyê CPT kir ku li beramberî vê tecrîdê bi erk û berpirsyariyên xwe ên mirovî rabin.

Gelek alî û sazî bag li CPT dikin ku bi erkên xwe rabe, lê vê saziyê heta niha ti gav ne avêtine ev jî ji bo gelê kurd tirsê çê dike.

Share This Article