YEKÎTIYA PARÊZERÊN REQAYÊ RAPORA KANALA ALHADATH RED KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Parêzerên Reqayê bi daxuyaniyekê rapora kanala ALHADATH ku idîa dike ji sedî 80 xelkên Reqayê madeyên hişbirê bi kar tînin, red kir.

Nûçegihanê kanala Al Hadath, raporeke ku tê de angeşt dike zêdetir ji sedî 80 xelkên Reqayê madeyên hişbirê bi kar tînin, her wiha rêjeya laşfiroşiyê zêdetir bûye, weşand.

Li hember wê raporê gelek nerazîbûn û bertek derketin.

Yekîtiya Parêzerên Reqayê di daxuyaniya xwe de got, rapor ji pisporî û nirxên rojnamevaniyê dûr e.

Her wiha aşkere kir armanca raporê reşkirina çanda kevnar a xelkên Reqayê û şaristaniya wê ye.

Di beşekî din de da zanîn ku, ev rapor xizmeta ajendeyên dewleta Tirk dike û dixwaze aramîya herêmê têk bibe.

Share This Article