Malbatên Şehîdan ên bajarê Reqayê Derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de helwesta xwe anîn ziman û diyar kirin ku zarokên wan ji bo misogerkirina Ewlehî û Aramiya Herêmên xwe canê xwe feda kirin.
Her wiha soza parastina Destkeftiyên şehîdan dan
Di rojên herî zehmet û dijwar yên ku herêm tê re derbas dibû, milîtanên azadiyê û parêzvanên rûmetê di sengerên herî pêş de li ber xwe didan û di wê oxirê de canê xwe dan.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Rqayê Derbarê binpêkirinên dewleta Tirk de helwesta xwe anîn ziman û diyar kirin ku zarokên wan ji bo misogerkirina Ewlehî û Aramiya Herêmên xwe canê xwe feda kirin.
Dayîka şehîd Îbrahîm Silêman rondikên xwe tevlî gotinan xwe kir û got ew ê li dijî dagirkeriyê her dem şopdarê rêya şehîdên xwe bin.
Dayika şehîd Hemûd Şerîda jî destnîşan kir ku şehîd xwediyê vê xakê ne, ji ber ku wan di ber azadiya welat de xwîna xwe feda kirine û ew wek malbatên şehîdan dê rê nadin ku ev destkeftî werin jinavbirin .
Malbatên şehîdan, Şehîdên azadiyê ku di oxira ewlehî û îstîqrara herêmê û pêkanîna azadiyê ji bo Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirine bi bîr anîn û saoza parastina Destkeftiyên şehîdan dan .
