Pêkhateyên Kantona Hesekê bi şahiyeke girseyî salvegera 45’an a damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Şahî bi beşdariya pêkhateyên Hesekê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Civaka Sivîl û rûspiyên herêmê, li eywana Silko ya bajêr hat lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navê Kantona Hesekê axaftin hate kirin û cejna vejînê li temamê gelê Kurd û azadîxwazan hat pîrozkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku bi avabûna PKK’ê re dîwarê koletiyê hate şkandin û jiyan ji nû ve li Kurdistanê geş bû.
Paşê komên hunerî, berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdaran jî li dorê dîlan gerandin û dirûşmeyên PKK’ê gel e, gel PKK’ê ye berz kirin.
