GEL JI BO WERGIRTINA AGAHIYAN JI RÊBER ABDULLAH OCALAN LI QADAN E

Rojava Tv
2 Min Read

Xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û bi dawî kirina tecrîda li dijî Rêbertî, daketin qadan .
Meşvanan xwestin rewşa li Îmraliyê were zanîn û di demên nêz de agahî ji Rêbertî werin girtin.

Piştî erdheja ku duh li Bursaya Tirkiyê çêbû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan xelk, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên li kantona Hesekê bi armanca naskirina rewşa rêber Abdullah Ocalan û bi dawî kirina tecrîda li dijî rêber Apo daketin qadan û meşek li dar xistin.

Meş ji qada Sînalko dest pê kir û li çarxareya Hemamê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endamê PYD’ê, Ebdulxenî Oso axivî û got divê dewleta Tirk demildest destûrê bide parêzeran da ku serdana rêber Abdullah Ocalan bikin.

Li bajarê Reqayê jî bi sedan welatî daketin qadan û banga naskirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kirin.

Meş ji pêşiya qada Mûcemee dest pê kir û li çarxareya El Neyîn veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, axaftin hatin kirin û hate gotin ku heta agahî ji Rêber Abdullah Ocalan neyê girtin ew ji helwesta xwe nayên xwarê.

Li aliyekî din jî bi sedan Şêniyên herêma Firatê bi meşeke girseyî xwestin rewşa Rêber Abdullah Ocalan were aşkerekirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Di meşê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meşên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin li dar xistin, bi diruşmeyên ” Bê Serok Jiyan Nabe ” bi dawî bû.

Share This Article