Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 66 girtiyên ji pêkhateyên Ereb ên ji Sirîn, Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên ku berê di girtîgeha Eqtana ya bajarê Reqa de bûn û piştre anîbûn girtîgeha Kobanê, radestî Komîteya Şêxên Eşîran ên Sirînê kirin.
Meclisa Edaletê ya Kobanê û Komîteya Şêxên Eşîran ên Reqa û Sirînê, spasiya Rêveberiya Kobanê kirin ku ev girtî di rojên Remazanê yên pîroz de hatin berdan.
