RÊVEBERÊN KOBANÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên bajarê Kobanê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar dikin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.
Her wiha Rêvebrên Kobanê piştrast dikin ku azadiya Rêber APO, azadiya gelan e û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê dikin.

Ji adara sala 2021’ê ve û ta niha ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin û bi berdewamî cezayên displînê li dijî Rêbertî têne ferzkirin.

Li hehmber girankirina tecrîdê, gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bizav û çalakiyên girseyî de ne.

Têkildarî mijarê rêveberên bajarê Kobanê tecrîd şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Her wiha Rêveebrên Kobanê piştrast kirin ku azadiya Rêber APO, azadiya gelan e û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê kirin.

Tevî ku parêzerên Rêber APO li gorî yasayên Tirkiyê her hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin.

Share This Article