JI BO AZADIYA RÊBER APO, LI ŞEHBA MEŞ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li ser banga Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi sedan xelkên Şehba û koçberên Efrînî ‎meşek li dar xistin.‎
‎ Meş ji dibistana Mûşat ya a bajarokê Fafîn ê Şehbayê destpêkir û ber bi Dibistana Şehîd Çekdar ve ‎dewam kir. ‎
ber bi Dibistana Şehîd Çekdar meş veguherî mîtîngê, di mîtîngê de li ser navê Înisiyatîfa Gel a Azadiya ‎Rêber Abdullah Ocalan û kongra star axavtin hatin kirin.‎
Di axavtinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo felsefeya Rêber Apo di civakê de neyê belavkirin, ‎tecrîdeke girankirî ferz kiriye, Lê felsefeya Rêber Apo ku bûye rastiya jiyanê li tevahî Rojhilata Navîn ‎belav bûye.‎
Mîtîng bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.‎

 

Share This Article