FESTÎVALA ŞANOYÊ YA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL DI ROJA 6’AN DE DIDOME‎

Rojava Tv
1 Min Read

‎7’emîn Festîvala Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma “Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek ‎e” di roja xwe ya 6’an de didome.‎
Di roja 5’an a festîvalê de 2 Şano hatin pêşkêşirin, ya yekem a koma Argêş a ji Rojhilatê Kurdistanê bû û ‎navê şanoyê “Spîro” ya nivîskar Erşak Reûf Gonbedî bû ku li ser komkujiya helebçe hatibû çêkirin.‎
Piştre koma Twatra Hinar a ji bajarê Qamişlo lîstikek bi navê “Yek Dîşek” pêşkêş kir. ‎
Nivîskarê şanoyê Sebah El Enbarî, amadekar û wergervan Mihemed Eşref û derhêner Şevzan Fewaz ‎Mihmûd in.‎
Ew şano jî behsa şervanekî ku ji hêla komên cîhadîst ve hatibû dorpêçkirin û parastina welatê xwe dike ‎ku mirovahiyê ji hovîtiya terorê rizgar bike, dike.‎
‎7’emîn Festîvala Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol dê heta 11’ê Nîsanê bi pêşkêşkirina şanoyan dewam ‎bike.‎

Share This Article