Meclisa Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir û banga azadiya rêber Apo kirin.
Di daxuyaniya meclisê de tecrîda hat şermezarkirin û siyaseta tecrîdê bi siyaseta dijminane hat binavkirin û hate gotin tevî rewşên zehmet Rêber Abdullah Ocalan fikra ku tevahî gel li hev kom bibin pêşkêş kir û rêya çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re, diyar kir.
Meclisa Rûspiyan bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya Rêber APO misoger bibe.
RÛSPIYÊN HELEBÊ GIRANKIRINA TECRÎDÊ BI DAXUYANIYEKÊ ŞERMEZAR KIRIN
