Bi sedan welatiyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, duh cenazeyê şehîd Gîvara Efrîn û Mezlûm Şehba, bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Cenazeyê her du şehîdan ji nexweşxaneya Xalid El-Fecir a Şêxmeqsûda Xerbî hatin wergirtin û di nava siloganên “Şehîd namirin” ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd ve hatin birin.
Li goristanê, Merasîm bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir, piştre Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Heleb, axaftin hatin kirin.
Axêveran tekez kirin ku rêya azadiyê bi berxwedana qehremanan tê vekirin, û kes nikare fedakariya şehîdan ji bo pêkanîna jiyaneke bi ewle înkar bike.
Di dawiya merasîmê de, Wesîqeya her du şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbetên wan hate kirin.
