COTKAR JI BERNAMEYA ELEKTRONÎK A WERGIRTINA GENIM NE RAZÎ NE

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Til Temirê cotkar bi xwepêşandanekê daxwaza rakirina bernameya elektronîk a wergirtina genim kirin.

Xwepêşandêran pankart rakirin û diyar kir ku ew ji bernameya elektronîk a wergirtina genim ne razî ne.

Sedema nerazîbûna xwe anîn ziman û got ji ber vê bernameyê barê cotkaran giran bûye û saziya çandiniyê genim dereng ji cotkaran werdigire.

Her wiha anîn ziman heyanî ew xwe qeyd dikin, zehmetê dikêşin û çi qasî girtina genim dereng bimîne ew ziyanê dibînin û mesref zêde dibe.

Xwepêşendêran ji aliyên têkildar xwest vê bernameyê rawestînin û mekanîzmayeke hesantir bibînin.

Share This Article