JINÊN HERÊMÊ BI RIHÊ 8’Ê ADARÊ PÊŞENGIYÊ JI ŞOREŞÊ RE DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Endama Meclisa Jin a Sûriyê Erîfa Bekir têkildarê 8’ê adarê ji Rojava TV re nirxandin kir û got, hêviya wan ew e ku 8’ê Adarê bibe navgîna serwerkirina azadî, aştî û wekehviyê.

8’ê adarê Roja Cîhanî ya Jinan cara yekê li Amerîka, di 28’ê Sibata sala 1909’an de weke Roja Netewî ya Jinan hate pîrozkirin.

Her sal 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan li seranserî cîhan û kurdistanê bi çoş û girseyî tê pîrozkirin.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ev roj careke din hate zindîkirin û jin bûn pêşengên şoreşê.

Endama Meclisa Jin a Sûriyê Erîfa Bekir têkildarê 8’ê Adarê ji Rojava TV got, bi têkoşîn û berxwedana xwe me, zulim, koletî, tundî û zihniyeta baviksalarî derbas kir û me teslîmkarî qebûl nekir.

Her wiha Erîfa Bekir 8’ê adarê li jinên têkoşer yên di çeperên şer de pîroz kir û hêvî kir ku 8’ê adara îsal bibe roja aştî, azadî û wekheviyê.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo jinan modeleke nû ya jiyanê ava kir, lewre ev şoreş, weke girîngtirîn destkeftiyên jinan ên dîrokî tê binavkirin. Îsal jî jinên herêmê dê bi dirûşmeya Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeke Demokratîk ve, vê rojê pêşwazî bikin.

Share This Article