Îro li bajarê Qamişlo û gundewarên wê bawernameyên sala xwendinê yên 2024- 2025’an li xwendekarên qonaxa Amadehî hatin belavkirin.
Piştî ku nirxandinên ezmûnan bi dawî bûn, Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hevkariya komîteyên dibistanan îro bawername li xwendekaran belav kirin.
Bi sedan xwendekaran serdana navendên belavkirinê kirin û bawernameyên xwe wergirtin.
Xwendekarên Qamişloyê spasiya mamosteyên xwe kirin û diyar kirin ku ew ê piştre serdana zanîngeha Rojava bikin, da ku navên xwe li wê derê tomar bikin.
