Di bin dirûşmeya “Hêz ne di laş de ye, lê di îradeyê de ye” Rêxistina Nûdem ji bo Kesên Astengdar çalakiyek hunerî li dar xist.
Di çalakiyê de hejmarek zarokên astengdar û malbatên wan, endamên saziyên sivîl û rêxistinên “Stêrk” û “Sara” beşdar bûn.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, sinifizyonek derbarê çalakiyên zarokan de hat pêşkêşkirin.
Piştre ji aliyê Rêvebera Rêxistina Nûdem Lorîn Ehmed û Cîgira wê Esîr Hemada, girîngiya misogerkirina mafên zarokan ên perwerde û lênêrîna tenduristiyê kir û bang li her kesî kir ku bi hev re bixebitin da ku pêşerojek baştir ji bo zarokan misoger bikin.
Çalakî bi pêşkêşkirina beşên hunerî û belavkirina xelatan li ser zarokan bi dawî bû.
