Di bin dirûşmeya “Serkeftina gel û şervanan li Bendava Şehîdan garantiya şerê gelê şoreşgerî ye” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Stada Bendava Şehîdan li bajarê Hesekê vekir.
bi hezaran kes ji kantona Cezîrê, malbatên şehîdên, berxwedêrên bendavê û gelek hunermend di şahiya vekirina stadê de amade bûn.
Şahî bi birîna şerîta Vekirinê ji aliyê malbatên şehîdan ve destpêkir, Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, axaftin hat kirin..
Axêveran anîn zinam “Tevî hewldana dewleta Tirk a bi hemû hêza xwe ya ketina bendavê, lê berxwedana gel ew hewildan şikand”.
Çalakî pêşkêşkirina stranên şoreşgerî û neteweyî û gerandina govendê ji aliyê hunermendan û beşdaran ve bi dawî bû.
