Şêniyên kantona Firatê cejna Çarşema Sor bi şahiyekê pîroz kirin.
Êzidî û bi sedan şêniyên bajarê Çelebiyê yên kantona Firatê, nûnerên Meclisa Kantona Firatê û Kongreya Îslama Demokratîk cejna Çarşema Sor a êzidiyan li gundê Gocegmêtê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de axaftin li ser navên Meclisa Kantona Firatê û Kongra Îslama demokratik ve hatin kirin.
Axêveran Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kirin û diyar kirin ku tevî hemû hewldanên qirkirinê civaka êzidî çand û baweriya xwe parastine.
Piştî axaftinan komên hunerî yên ji navendên çand û hunerê yên Kobanê, Sirîn û Çelebiyê hunerên xwe pêşkêş kirin.
ŞÊNIYÊN FIRATÊ CEJNA ÇARŞEMA SOR BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIRIN
