Navên endam û hevserokên şandeya kurdî ku biryara avakirina wê di konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî de hatibû girtin hatin eşkerekirin.
Şande ji 9 kesan pêk tê ji wan Perwîn Yûsiv, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Mihemed Îsmaîl, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS’ê hevserokên şandeyê ne.
Aldar Xelîl, endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê,Rîhan Loqo, berdevka Kongra Star,Ehmed Silêman, cîgirê Sekerteriya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê P.D.P.K-S,Silêman Oso, endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS’ê,Selah Derwêş, Sekertêrê Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê, Nesredîn Îbrahîm, Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê El Partî û Feysel Yûsiv, berdevkê ENKS’ê
jî endamên wê şandeyê ne.
şandeyê 4’ê Hezîranê bi beşdariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û endama Dîwana Konferansê Îham Ehmed, civîna damezrîner li dar xist û ragihand ku dê piştî cejna qurbanê şande dest bi karê xwe bike.
NAVÊN ENDAMÊN ŞANDEYA KURDÎ HATIN AŞKEREKIRIN
